Li cihê kustina Qasim Suleymanî Hesda Seibî xwepêsandan kir

03 January 2021 10:55 0 dîtin
Li cihê kustina Qasim Suleymanî Hesda Seibî xwepêsandan kir

PeyamaKurd – Li ber Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê ku Fermandarê Giştî yê Hêza Qûds Qasim Suleymanî û Cîgirê Desteya Seroktiya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis 3yê Çileya sala borî bi êrîşa dronên Amerîkayê hatibûn kuştin, xwepêşandan hat lidarxistin.

Di xwepêşandana ku ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve hat kirin de, wêneyên Suleymanî û Muhendis hatin hilgirtin û li dijî Amerîkayê diruşm hatin qêrîn.

Herwiha biryare îro piştî Heşda Şeibî li meydana Tehrîr a Bexdayê xwepêşandeneke bi beşdariya ‘1 milyon kesan’ li dar bixe ku destûr bo wan nehatiye dayîn ji bilî bi alên Iraqê û Heşda Şeibî cilûbergên leşkerî li xwe bikin.