Cewad Zerîf çawa gihîst Bexdayê pêsî çû cihê kustina Qasim Suleymanî
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî ku îro Yekşemê gihîşt Bexdayê, pêşî serdana cihê ku Fermandarê Hêza Qûds a Pasdaran Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis ji aliyê Amerîka ve hatine kuştin kir.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro bi serokatiya şandekê gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hat pêşwazîkirin.
Zerîf dema gihîşt balafirxaneya Bexdayê, yekser çû cihê ku Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis lê hatine kuştin û piştre dest bi serdana xwe ya Bexdayê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin