Li cihê kustina Qasim Suleymanî merasîm hat kirin

03 January 2022 15:25 0 dîtin
Li cihê kustina Qasim Suleymanî merasîm hat kirin

PeyamaKurd – Parlamentera berê ya YNKê ji taximê 16ê Cotmehê Ala Talabanî, di duyemîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî de, çû cihê ku lê hatiye kuştin û jê re dua kir.

Ala Talabanî bi helwesta xwe ya dijî Kurdistanê û bi hevkariya ligel erebên şoven û piştevaniya Îranê tê naskirin ku bi salan e bi awayekî eşkere li hember mafên gelê Kurd piştevaniyê li dijberên Kurdistanê dike.

Ji ber van helwest û hewldanên xwe Ala Talabanî di hilbijartina dawî ya 10ê Cotmeha 2021ê de, ji nav lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî ya (YNK-Tevgera Goran) hatibû derxistin û bi awayê serbixwe jî nekarîbû ji nû ve were hilbijartin û bikeve parlamentoya Iraqê.

Ala Talabanî hê jî doza xwe ya dijberiya Kurd berdewam dike û di bîranîna Qasim Suleymaniyê plangerê radestkirina Kerkûkê û gelek êrîşên ser Kurdistanê de şîna wî digire.

Karwana Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî el Muhendis 3yê Çileya 2020an li nêzîkî balafirxaneya Bexdayê bûbû armanca êrîşeke dronên Amerîkayê û bi tevahî 8 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin. Îran hê jî gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwe û bi rêya milîsên xwe êrîşên ser hêzên Amerîkî berdewam dike.