Xanimeyî: Em ê tola kustina Qasim Suleymanî hildin

22 July 2020 12:39 0 dîtin
Xanimeyî: Em ê tola kustina Qasim Suleymanî hildin

PeyamaKurd – Piştî civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re, Rêberê Bilind ê Komara Îranê Ayetula Elî Xamineyî, gef li Amerîkayê xwar û got: “Em ê tola kuştina Qasim Suleymanî hilînin”

Do Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Tehranê kir û bi Rêberê Bilind ê Komara Îranê Ayetula Elî Xamineyî re civiya. Xaminî di civînê de ragihand, Tehran dixwaze rêzê li serweriya xaka welatên cîran bigire, niyeta Îranê tune destwerdanê di karûbarên Iraqê de bike.

Herwiha Xamineyî, rexneyên tund li siyaseta Amerîka ya li Iraqê kir û got: “Washington Iraqek serbixwe û bihêz naxwaze”.

Xamineyî di derbarê kuştina Qasim Suleymanî jî got: “Îran tu carî Qasim Suleymanî ji bîr nake û dê tola kuştina wî hilde”.

Roja 03.01.2020an balafirên Amerîkî Fermandarê Feyleqa Qudis a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Desteya Heşda Şeibî Ebomehdî Mohemdis û çend çekdarên din ên Îranî, li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê ya Navdewletî kirin armanc û kuştin.