Amerîka: Îranê ji bo tola Qasim Suleymanî hewl da John Bolton bikuje
PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku Supaya Pasaran a Îranê hewla kuştina Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton daye.
Di daxuyaniya li ser mijarê hatiye dayîn de, Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Supaya Pasaran bi hewla kuştina Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton tohmetbar kir.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê diyar kir ku Supaya Pasdaran ji bo tolhildana kuştina Fermandarê Hêza Quds a Îranê Qasim Suleymanî, hewl daye ku John Bolton bikujin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Qasim Suleymanî 3yê Çileya 2020an li Balafirgeha Bexdayê tevî kesayetê duyem ê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis, ji aliyê dronên Amerîkayê otomobîla wan hatibû teqandin û herdu jî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin