Dozgerê Îranê: Îstixbarata cihê Suleymanî kompaniya G4S a Brîtanî daye Amerîkayê

31 December 2020 17:05 0 dîtin
Dozgerê Îranê: Îstixbarata cihê Suleymanî kompaniya G4S a Brîtanî daye Amerîkayê

PeyamaKurd – Di salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qûds Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis de, serdozgerê Tehranê Elî Elqasimihr îdia kir ku kompaniya ewlekariya Balafirxaneya Bexdayê ya Brîtanî îstixbarat daye Amerîkayê.

Li gorî ajansa Erka Daraza Îranî Mîzanê ragihandiye, Elqasimihr gotiye, Kompaniya G4S ya Brîtanî ku berpirsê ewlehiya Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ye, îstixbarat daye Amerîkayê ku Suleymanî û Muhendis hatine armanckirin.

Serdozgerê Tehranê daye xuyakirin, pêkhateyên nav vê kompaniyê dema Suleymanî û hevalên xwe ketine nav balafirxaneyê îstixbarat dane terorîstan (hêzên Amerîka) û piştre balafirên bêmirov ên Amerîkayê rabûne êrîş kirine.

Qasim Suleymanî û kesên ligel wî 3yê Çileya 2020an li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê bi balafirên Amerîkî hatibûn kuştin.