Cihê vesartgehên fuzeyên balîstîkî yên Îranê hate eskere kirin
PeyamaKurd - Navenda lêkolînê ya bi navê Elma ya Îsraîlê, bi belavkirina vîdyoyekê re cihê veşartina fuzeyên balîstîkî yên Îranê yê li bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Di vîdyoya ku ji aliyê Navenda lêkolîneyî ya Elma ya welatê Îsraîlê ve li ser medya civakî hatiye belavkirin de, hin veşartgehên moşekî têne xuyakirin ku bi qasî 150 kîlometriyan li binê çiyayên Zagrosê, aliyê parêzgeha Kirmaşanê ne.
Navenda Elma diyar kiriye ku herî kêm 61 veşartgehên fuzeyên balîstîkî yên Îranê li binkeya Keneşt û 80 veşartgeh jî, li binkeya Pênc Pile hatine avakirin.
Binkeyên Keneşt û Pênc Pile girîngtirîn navendên moşekên Balistîkî yên Spaha Pasdaran e ku Navenda LêkolînêElmayê, roja 8ê Çileya 2020an êrîşên moşekî yên ser binkeyên hêzên hevpeymanan li Iraqê ji van her du binkeyên moşekî yên rejîmê mifah hatibû wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin