Papa darvekirina xwepêsanderên Îranê sermezar kir: Hinceta 'dijderketina Xwedê' cihê sermezariyê ye
PeyamaKurd – Papayê Vatîkanê Francis di gotara xwe ya salê ya ku nûnerên 183 welatan guhdarî kir de, li ser xwepêşandanên Îranê û îdamên rejîma Îranê jî rawestiya.
Papa cara yekem bêdengiya xwe ya bo îdamên Îranê xira kir û got, bi sizayê îdamê edalet bo mexdûran pêk nayê, berevajî wê hesta tolhildanê sor dike.
Herwiha Papa bangewazî kir ku li seranserê dinyayê dawî li îdama were anîn û destnîşan kir, ew siza ti carî nayê qebûlkirin.
Li ser tohmetên dadgehên Îranê yên bo sepandina cezayê darvekirinê ku dibêjin, 'Dijderketina Xweda’ jî got ku ew hinceta sizakirinê teqez û eşkere şermezarkirinê heq dike.
Li Îranê ji destpêka protestoyan ve 4 xwepêşander îdam kirin ku 3 ji wan Kurd bûn. Herî dawî îro 9ê Çileyê jî li 3 kesên din cezayê îdamê hatiye sepandin ku 17 kesên din jî rûbirûyî wî cezayî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin