Neteweyên Yekbûyî ji ber darvekirina ciwanê Kurd Îranê sermezar kir

30 November 2023 15:05 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî ji ber darvekirina ciwanê Kurd Îranê sermezar kir

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî darvekirina ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û bang li desthilatên Îranê kir, demildest cezayê bidarvekirinan rawestîne.

Pêleke nû ya bidarvekirina girtiyên îranî, di nav wan de zarok û girtiyên ji xwepêşandanên sala borî, karvedanên navdewletî li pişt xwe anîn.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî bidarvekirina ciwanê 22 salî Mîlad Zuhrevend şermezar kir û bang li Komara Îslamî ya Îranê kir ku bi lezgîn bidarvekirina welatiyan rawestîne.

Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî Liz Throssell bang li Îranê kir ku di çarçoveya yasayên navdewletî de, bi berpirsyariyên xwe yên navdewletî tevbigere.

Got jî, kesên ku li Îranê hatine bidarvekirin, di nav wan de Mîlad Zuhrevend, ku di xwepêşandanên sala borî de hatibûn girtin, ji mafên herî bingehîn ên dadgehkirineke dadmend bêpar bûn.

Ciwanê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mîlad Zuhrevend ku par di merasîma 40’emîn roja salvegera Jîna Emînî de hatibû girtin, roja pêncşema borî li bajarê Hemedanê hat bidarvekirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) diyar kir, Mîlad Zuhrevend heşt emîn girtiyê xwepêşandanan e ku ji aliyê desthilardarên Îranê ve hatiye bidarvekirin.

Amnesty tekez kir jî, Îran bi awayekî sîstematîk welatiyan piştî dadgehkirinên nedadperwerane bidarve dike û vê cezayê weke amûrek ji bo tepeserkirina xelkê bikar tîne.

Her di berdewamiya karvedanan de jî, Wezareta Derve ya Kanadayê pêla bidarvekirina welatiyên Îranê şermezar kir û ji hikûmeta Îran xwast ku cezayê darvekirinê rawestîne.