Herêma Kurdistanê besdarî gotûbêjên Civata Gistî ya Neteweyên Yekbûyî dibe
PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî li New Yorkê bi awayekî fermî beşdarî civînên 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibe.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava şanda federal de ye.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê da hat diyarkirin ku Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî duh çûbû New Yorkê.
Hat destnîşankirin, Sûdanî wê beşdarî gotûbêjên Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe.
Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 78emîn ku serokên dewlet û hikûmetan, wezîr û heyetên welatên endamên Neteweyên Yekbûyî li hev kom dikin, wê di 19ê Îlonê de li New Yorkê destpê bikin.
Nûnerên pilebilind ên 193 welatan beşdarî hevdîtinên di asta bilind de dibin, ku her meha Îlonê li baregeha Neteweyên Yekbûyî tên lidarxistin û wê heta 26ê Îlona îsal bidomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin