Platforma Ciwanên Kurd: Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku encamên Referandûmê bipejirîne
PeyamaKurd – Platforma Ciwanên Kurd ji bo salvegera 5em a Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Platforma Ciwanên Kurd di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Weke Platforma Ciwanên Kurd, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku encamên Referandûmê bipejirîne û prensîba Mafê Çarenivîsa Neteweyan bicih bîne, encamên referandûmê yên ku bi bedêla xwîn û canê bi sedan kesî pêk hatiye, bi hezaran qurban û şehîdên Enfalê, ji bo parastina destkeftiyên netewî li vî beşê ji hêzên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê. Em we dawet dikin ku hûn di zûtirîn dem de li dora heman maseyê bicivin.”
Di berdewamiyê de eşkere kir: “Em pîrozbahiyê li Komîteya Referandûmê û spasdarê birêz Mesud Barzanî ne ku rêya dewletbûna gelê me vekir.”
Herwiha da zanîn: “Encama referandûmê rêya me ya dewletek serbixwe ronî dike û hêzê dide hêzên welatparêzên Kurdistanê.”
Herî dawî got: “Em bang li hemû dewletên cîhanî û herêmî, komên çekdar û hêzên siyasî yên li herêmê dikin ku rêzê li mafên serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin