Platforma Zimanê Kurdî bang li gelê Kurd kir ku xwedî li hevdu derkevin
PeyamaKurd – Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi daxuyaniyekê di derbarê êrîşên dawî yên li çend bajarên Tirkiyê yên li dijî Kurdan bang li gelê Kurd kir ku xwedî li hevdu derkevin.
PZK di daxuyaniya xwe eşkere kir: “Em dibînin ku her roj mafê jiyanê binpê dibe. Kurd tên biçûkkirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên Kurdan dibin. Nijadperestên Tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan Kurdan dikujin. Êrîşî Kurdan dikin, wana birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “Tirkîtiya” xwe kirine.”
Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:
Kurdino, xwedî li hevdu derkevin.
Van demên dawî li ser hevdu, li dû hev, êrîşkarên nijadperest li dijî Kurdan çalakiyan pêk tînin. Li tevahiya Tirkiyê, niha atmosfereke ne mirovî, ji hest û fikrên mirovatiyê dûr, ji pîvanên pêkvejiyanê bêrî derketinê holê. Kî karibe bi kê, ew xwe li hevdu diceribînin. Nirxên mirovatiyê qels bûne. Hêza tazî, tundî ketiyê şûna maf û nirxên mirovan. Em dibînin ku her roj mafê jiyanê binpê dibe. Kurd tên biçûkkirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên Kurdan dibin. Nijadperestên Tirkan ketûber, bi hincetên cuda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan Kurdan dikujin, êrîşî Kurdan dikin, wana birîndar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “Tirkîtiya” xwe kirine.
Ev helwesta li dijî Kurdan divê were şermezarkirin û Kurd li hemû deveran xwedî li hevdu derkevin. Kurd li ku bin, bila xwedî li birayên xwe yên Kurd derkevin. Bila Kurd hevdu tenê nehêlin.
Gelek caran ev êrîşên nijadperest bi hincetên ziman, muzîk an jî nasnama Kurdan tên kirin. Nijadperestên Tirkan hebûn û nirxên Kurdan hîna jî napejirînin. Dûrî rastiyên civakê ne. Qala biratiya hezar salan dikin lê hîna ji tu nirxên Kurdan di qanûnên xwe de qebûl nekirine. Armanca wana, siyaseta wana li ser pişaftina Kurdan ava dibe. Dixwazin Kurdan têk bibin. Kurdan tune bikin. Kurd çiqasî li dijî pişaftinê li ber xwe didin, nijadperestên Tirkan ewqasî ji mirovanî, aqil, zanabûn û nirxên hemdemî bidûr dikevin. Kurd çiqasî cîz nebin, nijadperest ewqasî hartir dibin. Ji ser xwe diçin, çavsortir dibin. Lê ev helwesta wana, helwesteke vingîvala ye! Kurd di vê pirsê de wê tu caran dev ji ziman, nasnamê û nirxên xwe bernedin. Ew hebûna Kurdan e. Em Kurd divê bi hişmendî wan nirxên xwe yên netewî biparêzin û doza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî, bi hevbeşî xwedî lê derkevin. Gava ku zimanê me bû zimanê perwerde û zimanê fermî, di qanûnan de jî hate pejirandin, gelek hincetên beradayî ji holê radibin. Di van pirsan de divê Kurd yêkrêziya xwe ava bikin, bi yek dengî wan nirxan derxînin rojeva siyasetê û dozê li hemû aliyan bikin ku ziman û nasnama Kurdan bê qebûlkirin.
Di vê navê re em bangî Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Hundir, Wezirê Dadê, rayedarên dewletê, partiyên mixalefetê, saziyên sivîl û medya dikin ku helwesta xwe zelal bikin. Bila hemû alî bi dengekî bilind van êrîşan şermezar bike. Xwedî li mafên Kurdan derkevin. Çareserî di naskirina mafê Kurdan de ye. Ev maf divê werin pejirandin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Yên ku di vê mijarê de bêdeng bimîne, bixwaze, nexwaze şirîkê wan êrişên nijadperestan e. Ji ber ku înkarkirina Kurdan bi xwe jî nijadperestî ye. Nijadperestî jî, tawanekî mirovî ye.
PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ
23/07/2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin