Platforma Zimanê Kurdî bang li Saziya Zimanê Tirkî kir
PeyamaKurd – Bi daxuyaniyekê Platforma Zimanê Kurdî bang li Saziya Zimanê Tirkî (TDK) a Dewletê kir, da ku ji bo zimanê Kurdî jî dest bi xebatên zimanzaniyê bikin.
Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin de hat xwestin, li Amedê yan Enqere şaxeke Zimanê Kurdî vebe û ev şax di nav Saziya Zimanê Tirkî de.
Herwiha hat daxwazkirin, pisporên zimanê Kurdî ji bo karkirin û lêkolînan bên wergirtin. Xebata ferhenga Kurdî ya berfireh jî di nav daxwazên Platforma Zimanê Kurdî de bû.
Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî:
<>
Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin