HRWê ji ber darvekirina ciwanên Kurd Îranê riswa kir
PeyamaKurd - Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), bi daxuyaniyekê, ji ber darvekirina girtiyên Kurd Mihemed Qebadlo û Ferhad Selîmî rejîma Îranê şermezar kir. Rêxistinê piştrast kir ku kesên din yên ku bi tawanên nezelal û darizandinên nedadwerî cezayê darvekirinê xwarine û li ber darvekirinê ne hene,
Di daxuyaniya HRWê de hatiye destnîşankirin ku rayedarên rejîma Îranê bi lezeke metirsîdar û bi tûndî hukmên darvekirinê dane gellek kesan û hate ragihandin ku 11 kesên din jî li Îranê di bin metirsiya darvekirinê de ne.
HRWê teqez kir ku ev 11 kes, bi sedema tawanên nezelal ên wekî “yekdengî” û “belavkirina gendelîyê li ser rûyê erdê” di bin metirsîya darvekirinê de ne û divê welatên din zextê li rejîma Îranê bikin da ku cezayê darvekirinê yê li ser van tawanbarkirinên nediyar bi dawî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin