Ji Amerîka bo milîsên Îranê: Em ê car din li cihên ku wêran nebûne bixin!

04 February 2024 17:04 0 dîtin
Ji Amerîka bo milîsên Îranê: Em ê car din li cihên ku wêran nebûne bixin!

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya NBC News a Amerîkî, berpirsekî Koşka Spî ragihandiye, dibe ku Washington êrîşên nû bibe ser wan armancên ku roja îna borî li Iraq û Sûriyê hatibûn lêdan.

Berpirsekî Amerîkayê ji NBC News re ragihandiye: “Eger eşkere bû beşek ji wan armancên li Iraq û Sûriyê hatine lêdan bi temamî wêran nebûne, dibe ku ferman bê dayîn careke din êrîşên nû li ser heman cîhan pêk were.”

Li ser bandorên êrîşên li ser danûstandinên navbera Washington û Bexdayê li ser vekîşîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê jî wî berpirsî diyar kiriye, niha gelek zû ye ji bo axaftina li ser vê

Amerîkayê şeva 3yê Sibatê li ser Iraq û Sûriyê êrîşeke berfireh a asmanî li ser binkeyên milîsên girêdayî Îranê li Iraq û Sûriyê pêk anî ku ev wek bersivdana kuştina 3 leşkerên Amerîkayê û birîndarbûna zêdetirî 40 leşkerên din bi droneke milîsên Îranê li ser baregeha Urdinê bû.