‘Îsraîlê bi ser Rojava de êrîsî Hesda Seibî kir’

28 August 2019 17:18 0 dîtin
‘Îsraîlê bi ser Rojava de êrîsî Hesda Seibî kir’

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê ji herêma Rojavayê Kurdistanê êrîşî binkeyên Heşda Şeibî kirine.

Li gorî îdiayên îstixbarata Iraqê, êrîşên ji sînorê Sûriyê yên bi ser Heşda Şeibî de ji herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatine kirin.

Di raporteke weşana Middle East Eye ya bi îmzeya David Hearst de, hatiye gotin ku rayedarên Iraqê gotine, êrîşên 19ê Tîrmehê û 25ê Tebaxê yên bi balafirên bêmirov ên Îsraîlê bi ser Heşda Şeibî de, ji herêma HSDê hatine kirin.

Bi zarê rayedarên Iraqî yên navê xwe nedane tê gotin, êrîşên Îsraîlê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de ku tên kirin piştî serdana Wezîrê Pêwendiyên Kendavê yê Erebistana Siûdî Tamer El Saban a bo herêmê pêk hatine.

Di nûçeya Middle East Eye de herwiha bi zarê rayedarên îstixbarata Iraqê tê îdiakirin ku Îsraîl êrîşên ser Heşda Şeibî bi fînansekirina Siûdî û piştevaniya HSDê ya baregehên leşkerî pêk tîne.