Balafireke nenaskirî êrîsî karwaneke otomobîlên Hesda Seibî kir
PeyamaKurd – Balafireke nenaskirî, êrîşî karwaneke otomobîlên Heşda Şeibî li navçeyeke ser sînorê Iraq û Sûriyê kir.
Li gor medyaya Iraqî şeva borî belav kir, di bombebaranê de 3 otomobîlên çekdarên Heşda Şeibî hatin şikandin û şewitandin, bêyî ku amaje bi ziyanên canî bike.
Herwiha da zanîn, balafira ku nehatiye naskirin, karwana Heşda Şeibî bi 4 moşekan bombebaran kiriye.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto jî tekez kir, wan roja 14ê vê mehê ti êrîş li herêma Bokemalê pêk neanîne.
Pêştir çendîn caran baregehên Heşda Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê ji aliyê Amerîka ve hatine bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin