Bi SÎHAyan êrîsî karwaneke komên terorîst ên Îran pistgiriya wan dike kirin
PeyamaKurd – Li navçeya Elbukemal a parêzgeha Dêrezorê ya rojhilatê Sûriyeyê SÎHAyên ku nasnameyên wan ne diyar in li dijî karwaneke komên terorîst ên biyanî yên ku Îranê piştgiriya wan dike êrîşeke hewayî pêk anîn.
Li derdora bajaroka Elbukemal a dikeve rojhilatê bajarê Dêrezorê yê Sûriyeyê balafirên keşfê yên bê mirov (SÎHA) yên welatekî nenas êrîşî karwaneke lojîstîk a komên girêdayî Îranê kirin.
Di konvoya ku ji Iraqê derbasî Sûriyê bû û li gundê Herrî yê bajarokê Elbûkemalê bû hedef, herî kêm 4 kamyonên sindoqên girtî barkirî bûn hedefa êrîşan.
Têkildarî êrîşê agahî nehatin bidestxistin.
Berî niha artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di Mijdara 2022an de karwaneke çekan a Îranê li ser sînorê Sûriye û Iraqê kiriye armanc.
Tê zanîn ku komên biyanî yên Îran û Îranê piştevaniya wan dike li navçeyên Elbukemal, Muhsan û El-Meyadîn li rojhilatê Dêrezorê bi tundî hene.
Navend û rojavayê parêzgeha Dêrezorê piştî ku rêxistina terorîst a DAIŞê di Mijdara 2017an de vekişiya, bi alîkariya komên bi piştevaniya Îranê û Rûsyayê ketibû destê rêjîma Esed. (Çavkanî: AA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin