Ji Pentagonê daxuyaniya êrîsa ser kestiya CHEM PLUTO: Îranê kir!

24 December 2023 17:04 0 dîtin
Ji Pentagonê daxuyaniya êrîsa ser kestiya CHEM PLUTO: Îranê kir!

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) derbarê êrîşa bi balafira bêmirov a li ser tankêra MV Chem Pluta a li peravên bajarê Veraval a Hindistanê de, daxuyanî da.

Berdevkê Pentagonê ragihand ku li ser keştiya tankêra madeyên kîmyewî CHEM PLUTO ya bi alaya Lîberyayê ku bixwe keştiyeke Japonî ye, roja Şemiyê li 20 mîlan dûrî peravên Hindistanê, êrîşeke bi balafireke bêmirov hatiye kir.

Pentagonê da xuyakirin ku ew êrîş ji aliyê balafireke bêmirov a Îranê ku bi yekalî hatiye firandin hatiye kirin û diyar kir, ji sala 2021ê ve ev heftemîn êrîşa ser keştiyan a Îranê ye.

Di êrîşa navborî de, ti ziyaneke canî çênebûye û şewata piştî êrîşê jî di dimeke kurt de hatiye vemirandin.