Ji Pentagonê daxuyaniya bi fuzeya Neptun teqandina kestiya Rûsî
PeyamaKurd – Li gorî nûçe û dîmenên belav bûne keştiyeke herî mezin û stratejîk a Rûsyayê li peravên Ukraynayê bi fuzeyên Neptun hatiye armancgirtin û agir bi keştiyê ketiye.
Li ser belavbûna dîmenên şewatê yên keştiya kruvazor a bi navê Moskow a Rûsyayê Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) John Kirby diyar kir, “Em tam jê ne piştrast in bê çi bûye.”
Berdevkê Pentagonî herwiha got, herî kêm teqînek di keştiya rûsî de çêbûye û ji ber teqîneke gelekî mezin xisar tê de çêbûye.
Ukrayna, Rusya'nın Karadeniz'deki en büyük savaş gemisi Moskva'yı vurdu!
— Koray Pehlivanoğlu (@korayphlvglu) April 14, 2022
İki adet Neptün seyir füzesi tarafından vurulan gemi kullanılamaz hale geldi. pic.twitter.com/rEPRCICMZL
Kirby da zanîn ku hîn jî ew keştî li ser deryayê ye ango binav nebûye û got ku muhtemel e ji bo temîrkirinê keştiya rûsî berê xwe bide Sîvastopolê, lê em hîn nizanim bê sedema teqînê çi ye.
Hêjayî gotinê ye, ji aliyê Ukraynayê ve dîmenên keştiya herî girîng a rûsî ku dişewite hatibûn parvekirin û hatibû gotin ku artêşa Ukraynayê bi fuzeya Neptun li wê keştiyê daye.
Ji aliyê Rûsyayê ve ti daxuyaniyek li ser bûyerê nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin