Daxuyaniya Pentagonê li ser êrîsan!
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku ji 17ê Cotmeha 2023an vir ve li Iraq û Sûriyeyê bi tevahî 140 êrîş li dijî hêzên Amerîkayê hatine kirin.
Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh di civîna çapemeniyê ya rojane de geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand.
Singh da zanîn ku ji 17ê Cotmeha 2023an vir ve ku êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê destpê kirin bi tevahî 140 êrîş hatine kirin û got, ji wan 57 êrîş li Iraqê û 83 jî li Sûriyeyê ne.
Sabrina Singh herwiha bal kişand ser êrîşên berdewam ên Hûsiyan li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor û bang li Hûsiyan kir ku van êrîşan rawestînin.
Dema ku rojnamevanek bi bîr xist ku wî ragihandibû ku eger Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê rawestîne, wê Hûsî dawî li kiryarên xwe bînin, Singh îdia kir ku ti têkiliya bûyerên li Deryaya Sor û yên li Xezzeyê qewimîn tuneye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin