HSDê bi hevkariya hevpeymaniyê berpirsek jî di nav de 5 terorîstên DAISê girtin

09 May 2021 14:04 0 dîtin
HSDê bi hevkariya hevpeymaniyê berpirsek jî di nav de 5 terorîstên DAISê girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hûndirîn-Asayîş a Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrazor û Hesekê berpirsekî payebilind ê DAIŞê jî di nav de 5 terorîstên DAIŞê desteser kirin.

Navenda Hevahengî û Çalakiyên Leşkerî ya HSDê ragihandiye ku Yekîneyên Antî-Teror berpirsekî  payebilind ê DAIŞê ku li ser berhevkirina agahiyan û plankirina êrîşan kar dikir, li başûrê Hesekê girt.

Hat eşkerekirin ku çek û belgeyên bi terorîstê DAIŞê re bûn jî ketin destê şervanên HSDê.

HSDê herwiha ragihand ku li herêma Şihêl a Dêrazorê jî 4 çekdarên şaneyên veşartî yên DAIŞê ku tiliya wan di bûyerên kuştina sivîl û armanckirina hêzên ewlekariyê de hebûn, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin girtin ku çek û belgeyên wan jî hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew kesên hatine girtin kesên sivîl, rûspiyên eşîran, şervanên HSDê û hêzên ewlekariyê dikirin armanc.