HSDê û Hevpeymaniyê 19 terorîstên DAISê desteser kirin

12 October 2020 17:53 0 dîtin
HSDê û Hevpeymaniyê 19 terorîstên DAISê desteser kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên li dijî şane û bermahiyên DAIŞê de, 19 çekdar li herêma Dêrazorê hatin desteser kirin.

Yekîneyên Antî Teror (YAT) ên bi ser HSDê ve û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê 10 Cotmehê li bajarê Dişîşa û Siwer ên herêma Dêrazorê, li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek pêk anîn.

Hat ragihandin ku di encama operasyonê de, 19 çekdar hatin girtin û mîqdarek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Hefteyek berê jî, li bajarokê Zîban ê gundewarên başûrê Dêrazorê, HSDê operasyoneke lêgerînê li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîbû û di encamê de 3 ji wan berpirs, 8 çekdar hatibûn girtin.