HSDê li Dêrazorê 42 terorîstên DAISê desteser kir
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan di encama operasyoneke leşkerî ya li Dêrazorê de, 42 terorîstên DAIŞê desteser kirin û dest danîn ser kelûpelên wan ên leşkerî.
Di daxuyaniya HSDê de hat gotin, li Dêrazorê di encama operasyoneke leşkerî ya 5 hezar şervanên HSDê beşdarî kirin de, 42 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku hinek ji wan DAIŞiyan hemwelatiyên welatên biyanî bûne.
HSDê da xuyakirin ku operasyona navborî bi kordînasyona Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike hatiye encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin