HSDê li Dêrazorê 2 xwekujên DAISê desteser kir

06 February 2022 23:27 0 dîtin
HSDê li Dêrazorê 2 xwekujên DAISê desteser kir

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin ku hêzên wan li Dêrazorê 2 terorîstên DAIŞê yên amadekarî bo êrîşên terorî dikirin desteser kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên Encûmena Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî HSDê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê 2 çekdarên xwekuj ên DAIŞê girtin.

HSDê eşkere kir ku yek ji çekdaran ji Iraqê ye û yên din jî ji herêma Turkistan a Qefqasan e.

Di daxuyaniya HSDê de hat diyarkirin  ku gelek cebilxane, bêtêl û belgeyên ku bi çekdaran re hatine desteserkirin, piştrast dikin ku ew ji herêmên kontrola artêşa Tirkiyê hatine.