HSDê bi pistgiriya Hevpeymaniyê serkirdeyekî din ê DAISê desteser kir

16 April 2023 09:57 0 dîtin
HSDê bi pistgiriya Hevpeymaniyê serkirdeyekî din ê DAISê desteser kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê, serkirdeyekî DAIŞê li Dêrazorê desteser kir.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, HSDê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, roja Şemiyê serkirdeyekî DAIŞê ku berpirsiya gelek şaneyên rêxistinê kiribû û piştgirî dida operasyonên teroristî, bi operasyonekê desteser kir.

Hat diyarkirin ku ew berpirsê DAIŞê li bajarokê El-Dehle yê li gundewarê bakurê Dêrazorê hatiye girtin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî roja 8ê Nîsanê girtina serkirdeyê DAIŞê yê bi navê “Huzeyfa El-Yemanî” û du alîkarên wî li rojhilatê Sûriyê ragihandibû.

Herwiha 3yê Nîsanê jî, berpirsên artêşa Amerîkayê ragihandibûn ku wan di operasyoneke li Sûriyê de, serkirdeyê DAIŞê Xalid Iyad Ehmed El-Cibûrî yê ku plana êrîşan li Ewropayê dikir kuştiye.