Hêza Jin a HSDê serkirdeyekî DAISê girt
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ragihand ku serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Mihemed El Bexît bi nasnav Ebû Xamid li Dêrazorê hate girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Serçete Mihemed El Bexît bi nasnavê Ebû Xamid ku demdirêjî faliyetên terorîstî dimeşand di encama operasyoneke taybet ya hêzên YPJ û QSDê de li herêma Dêrezorê hate girtin
Hate diyarkirin, 26ê Hezîranê dema ku Ebû Xamid ji herêma li jêr kontrola rejîma Suriyê bi veşartî derbasî herêma Suhêl a Dêrezorê dibû, bi operasyoneke taybet a ji hêla şervanên YPJê ve hate girtin.
Li gorî daxuniyê, Ebû Xamid armanc dikir ku gelê li herêmê, bi taybet jî eşîran li dijî HSDê sor bike û aloziyan çêbike da ku aramiyê têk bide..

Ebû Xamid çi kes e?
Bi eslê xwe ji herêma El Şuhêl ya Dêrezorê ye. Di sala 2011an de an ku bi destpêkirina guhertinên li Rojhilata Navîn re di asta fermandariya Lîwa de di Cêşûl Hur de cih digire. Li Heleb, Ezaz û Idlib bi şêweyeke aktîf kar meşandiye. Her wiha li herêma El Yerbiye li dijî şervanên azadiyê yên YPG-YPJ şer kiriye. Yekser di êrişên li dijî şervanan de cih girtiye. Serkirdeyê DAİŞê Ebû Xamid bi salan li herêmê û Tirkiyê jî di bûyerên terorîstî de rol girtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin