HSDê bi pistevaniya Hevpeymaniyê serkirdeyekî DAISê girt

17 July 2021 14:59 0 dîtin
HSDê bi pistevaniya Hevpeymaniyê serkirdeyekî DAISê girt

PeyamaKurd –  HSDê li bajarokê El-Zir ê li rojhilatê Dêrezorê, bi piştevaniya Hevpeymaniyê serkirdeyekî DAIŞê girt.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li Dêrezorê operasyonek encam da û di encamê de 2 endamên DAIŞê li nav mizgefta El-Zir li rojhilatê Dêrezorê hatin girtin.

Ji kesên hatin girtin yek Hadî El-Qizbîr e ku naskiriye bi navê Ebu Sumeye El-Iraqî.

Hevpeymaniya Navdewletî berî niha bi rêya helîkopteran belavok avêtibûn ser navçeya rojhilatê Dêrezorê û di wan belavokan de hatibû gotin, kesê ku zanyariyên hûr li ser Qizbîr eşker bike, dê bi 20 hezar dolaran bê xelatkirin.