HSDê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî 17 terorîstên DAISê girtin

22 June 2021 20:41 0 dîtin
HSDê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî 17 terorîstên DAISê girtin

PeyamaKurd - Yekîneyên Dijî Terorê yên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve, bi hevkariya hêzên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Dêrazorê 17 endamên şaneyên terorîstên DAIŞê û kesên ku wan bi re kar dikin desteser kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand, Yekîneyên Dijî Terorê îro 22yê Hezîranê danê sibehê li bajarê El-Bisêra yê rojhilatê gundewarê Dêrazaorê, opersyonek li dar xistiye û di encamê de 17 terorîstên DAIŞê û kesên bi wan re kar dikin hatine girtin.

Hat ragihandin ku dema operasyonê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî çavdêriya asmanî kiriye.

Di operasyonê de hejmarek çek û belgeyên ku bi endamên şaneyê re bûn jî hatin desteser kirin.