Di operasyona hevbes a HSD û Hevpeymaniyê de 3 terorîstên DAISê hatin girtin

12 July 2021 17:00 0 dîtin
Di operasyona hevbes a HSD û Hevpeymaniyê de 3 terorîstên DAISê hatin girtin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku di operasyoneke ser şaneyên DAIŞê de, 3 terorîst hatine desteser kirin.

Hat diyarkirin, Yeknîneyên Antî-Teror (YAT) li herêma Ebdan a navçeya Şedadê ya gundewarê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn û di operasyonê de 3 terorîstên DAIŞê ku karê şaneyên veşartî hêsan dikirin û destê wan di bombekirina wesayitan û amadekirina mayînan de hebû, hatin girtin.

HSDê da zanîn ku operasyon bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk hatiye û miqdarek pêdiviyên leşkerî û belgeyên bi terorîstan re jî hatine desteserkirin.