Hevpeymaniyê û artêsa Îraqê li dijî DAISê operasyoneke hevbes pêk anî

20 April 2019 11:10 0 dîtin
Hevpeymaniyê û artêsa Îraqê li dijî DAISê operasyoneke hevbes pêk anî

PeyamaKurd – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Wezareta Berevaniyê ya Îraqê li Diyalayê li dijî rêxistina terorê DAIŞê operasyoneke hevbeş pêk anîn. Wezareta Berevaniyê, dîmenên bombebarankirina DAIŞê belav kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewlerî baregehên DAIŞê ên li herêma Çiyayê Hemrînê û derdora wê kirin armanca xwe.

Di operasyona li dijî DAIŞê ya li Çiyayê Hemrînê tevî hêzên Hevpeymaniyê, hêzên artêşa Îraqê jî beşdar bûn.

Ji hêla din ve hêjayî bibîrxistinê ye ku, çavkaniyên îraqî diyar kiribûn ku, terorîstên DAIŞê li Çiyayê Hemrînê û dor û bera wê di nava liv û tevgerê de bûn.