HSD û Hevpeymaniyê li dijî DAISê 3 operasyonên terorê pêk anîn

13 December 2022 19:58 0 dîtin
HSD û Hevpeymaniyê li dijî DAISê 3 operasyonên terorê pêk anîn

PeyamaKurd – Piştî êrîşên asmanî û topbarana artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, operasyonên dijî DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên bin kontrola HSDê rawestiyabûn ji nû ve dest pê kirin.

Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ku girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye bi beşdariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, 3 operasyonên hevbeş ên dijî şaneyên terorîst pêk anîn.

Hat ragihandin ku di operasyona hevbeş de, serkiryek û 2 çekdarên din ên DAIŞê hatin girtin.

HSDê li ser malpera xwe ya fermî dîmenên wan çalakiyan belav kir û ragihand, bi êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞê ketin tevgerê û hewl dan êrîşên terorê dijî deverên cuda wekî Dêrezor, Hol û Til Hemîsê pêk bînin.

Hat diyarkirin ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî şaneyên DAIŞê yên li bakurê û rojhilatê Sûriyê 3 operasyon pêk anîne û hat eşkere kirin; hêzên taybet li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serkirdeyek û 2 çekdarên DAIŞê girtin û dest danîn ser hejmareke zêde çekan.