Rêzefîlmê têkosîna Pêsmerge û artêsa Iraqê ya dijî DAISê dikeve wesanê

28 March 2022 00:20 0 dîtin
Rêzefîlmê têkosîna Pêsmerge û artêsa Iraqê ya dijî DAISê dikeve wesanê

PeyamaKurd – Rêzefîlmê bi navê Night of Fallen (Şeva Ketinê) ku li ser têkoşîna hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya dijî terora DAIŞê hatiye kişandin, di meha Remezanê de li ser platforma MBC ya Amerîkî dikeve weşanê.

Rêzefîlmê navborî ji aliyê kompaniya “Bila Hodod” ve bi derhêneriye Qays Rezwanî hatiye amadekirin û piştî xebata du salan û kêşana 122 rojan proje hatiye bidawîkirin.

Di rêzefîlmê ku dîmenên wê li Hewlêr, Duhok û Mûsilê hatine tomarkirin de, behsa têkoşîna Pêşmerge û artêşa Iraqê ya dijî DAIŞê tê kirin.

Herwiha di beşekê de jî rola hikûmeta Herêma Kurdistanê di rizgarkirina keçên Êzidî ji destê DAIŞê bi temaşevanan re tê parvekirin.

Di nav kasta fîlmê ku zêdetirî 5 milyon dolar hatiye xerckirin de, 70 lîstikvan cî digirin û ew jî ji welatên Kurdistan, Sûriye, Mexrîb, Misir, Lubnan û Iraqê ne.