HSD û Hevpeymaniyê li Kampa Holê hewla reva hejmarek DAISîyan pûç kir: 16 DAISî hatin girtin

10 November 2024 12:03 0 dîtin
HSD û Hevpeymaniyê li Kampa Holê hewla reva hejmarek DAISîyan pûç kir: 16 DAISî hatin girtin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê  li Kampa Holê hewla reva hejmarek endamên DAIŞê pûç kir.

HSDê dîmenê kêliya pûçkirina hewla reva endamên DAIŞê weşand û diyar kir, wan di operasyonekê de 16 endamên DAIŞê desteser kir ku hewl didan ji Kampa Holê ya girêdayî Hesekê birevin.

Di daxuyaniya HSDê de hate diyarkirin, wan di operasyonê de dest danîne ser hejmarek çek û teqemeniyan.

Hate eşkerekirin, pûçkirina vê hewla çekdarên DAIŞê di çarçoveya operasyona “Ewlehiya Domdar” a HSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya Îstixbarata Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê li kampa Holê berdewam e, ji bilî wan 16 endamên hewla revê dabûn, 47 endamên din ên DAIŞê jî hatine desteserkirin.