DAISê êrîsî Kampa Holê kir: Kustî û birîndar hene…

07 February 2022 21:41 0 dîtin
DAISê êrîsî Kampa Holê kir: Kustî û birîndar hene…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku DAIŞê li Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê êrîşî parêzvanên kampê kir ku li gorî zanyariyan, kuştî û birîndar hene.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) li gorî zanyariyên destpêkê ragihandiye, çekdarên DAIŞê hewl dane du parêzvanên kampê birevînin û piştre şer di navbera wan de rû daye û di encamê de zarokek hat kuştin û 6 kesên endamên malbatên DAIŞê birîndar bûn.

SOHRê diyar kiriye, hejmarek endamên malbatên DAIŞê yên li nava Kampa Holê hewl dane ku du parêzvanên Beşa Koçberan dîl bigrin, lê ji aliyê parêzvanên kampê ve gule li wan hatine reşandin.

Di encamê de zarokekî 10 salî hatiye kuştin û 6 kesên ji endamên malbatên DAIŞê yên li nava kampê jî birîndar bûne ku birînên hinekan giran e.