Li Minbicê goreke komî ya dema DAISê hat dîtin: Termên 30 sivîlan tê de ne

28 July 2022 14:33 0 dîtin
Li Minbicê goreke komî ya dema DAISê hat dîtin: Termên 30 sivîlan tê de ne

PeyamaKurd - Li bajarê Minbicê yê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, goreke komî ya termên 30 kesan tê de hene, hate dîtin ku vedigere dema DAIŞê ku bajar xistibû kontrola xwe.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya bi ser HSDê ve ragihand, karkerên şaredariyê dema ku kanalîzasyona bajêr paqij dikirin, goreke komî li nava bajêr dîtin ku termên 30 welatiyên sivîl di gora komî de hene û destê wan hemûyan kelepçekirî ne.

Hat diyarkirin ku di nava wan terman de, termên 2 zarok û 2 jinan hene û ew gora komî vedigere dema kontrolkirina bajêr ji aliyê DAIŞê ve.

Li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser, di çend salên dawî de zêdetirî 200 gorên komî li Reqa ya ku DAIŞê ew weke paytexta xwe li Sûriyê ragihandibû, hatine dîtin û heta niha nêzîkî 4 hezar û 700 termên sivîlan ji wan goran hatine derxistin.