Goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî hat dîtin
PeyamaKurd – Di navbera Kifrî û Xaneqînê de, goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî hat dîtin.
Li gor zanyariyên destpêkê yên Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî ya Iraqê, qurbaniyên wê gora bikomî, nişteciyên deverên Kifrî û Xaneqînê ne.
Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî da zanîn, wek ku diyar dibe, ew gora bikomî mezin e û hejmareke mezin ji termên qurbaniyan tê de hene.
Herwiha eşkere kir, dîroka wê gorê vedigere serdema Beis a rûxandî di navbera salên 80 û 90 ya sedsala borî.
Li Iraqê, heta niha zêdetir ji 98 gorên bikomî yên serdema Beis hatine dîtin û ji wan 76 gor hatine vekirin û bi hezaran qurbanî ku piraniya wan Kurd in tê de hatine kuştin.
Herwiha 112 gorên bikomî yên serdema mîlîşyayan û DAIŞê hatine dîtin, heta niha 30 gor ji wan hatine vekirin.
Li gor zanyarî û amarên rêxistinên sivîl, di serdema Beis (1963 - 2003) de çarenivîsa 300 hezar kes ne diyar e û hejmara mezin ji wan, di gorên bikomî de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin