Goreke bikomî li navçeya Hewîce ya parêzgeha Kerkûkê hat dîtin
PeyamaKurd – Goreke bikomî li navçeya Hewîce ya parêzgeha Kerkûkê hat dîtin û tê texmînkirin ku termên keçên Êzîdî yên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin, tê de ne.
Serokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê Ebdullah Naîlî ji rojnamevanan re diyar kir, goreke bikomî li navçeya Hewîce hat dîtin û ew gor ji aliyê tîmeke teknîkî û endazyarî ve hat vekirin.
Di berdewamiyê de da zanîn, “Lêkolînên destpêkê diyar dikin ku di nava wê de termên keçên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin, hene.”
Naîlî diyar kir, piştî vekirina gorê, ew ê term û paşmayên di gore de radestî beşa Bijîşkiya Dadwerî bikin, ji bo diyarkirina nasnameya qurbanîyan û qerebûkirina wan, ji ber ku ew qurbanîyên terorê ne.
Di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû û hezaran Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandibûn. Piştî rizgarkirina Şingalê û derdora wê ji destê DAIŞê, bi dehan gorên komî yên qurbaniyên Êzîdî hatine dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin