Li parêzgeha Selahedînê goreke komî hate dîtin

21 February 2020 14:43 0 dîtin
Li parêzgeha Selahedînê goreke komî hate dîtin

PeyamaKurd - Fermangeha karûbarê parêzgarî gorên komî ya ser bi saziya şehîdên Iraqê ragihand, goreke komî li parêzgeha Selahedînê hatiye dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve ew tewan pek hatiye.

Fermangeha karûbarê parêzgarî ya gorên komî ya ser bi saziya şehîdên Iraqê bi daxuyaniyekî ragihand: ‘’Tîma hunerî ya taybet lêgerîn û kontrola li ser gorên komî ya ser bi fermangeha karûbarên parêzgarî li gorên komî ya saziya şehîdan, gorekî komî ya nû li sînorê parêzgeha Selahedînê dîtiye.’’

Li gor heman daxuyaniyê: ‘’Termên nav gora komî yên qurbanên destê çekdarên DAIŞê ne û dîroka wê diçe bo sala 2015ê û nav bîrekî de di kûrayiya 20 metrî de ne.’’

Daxuyaniyê de amaje bi wê tê kirin ku; ‘’Tîma taybet a gorên komî bi alîkariya karmendên bijîşkê dadwerî ew term derxistine, bo kontrolên bijîşkî û diyar kirina nasnameya wan, ku ji kesûkarên wan re bên radest kirin.’’