Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li paytexta Sûriye Şamê di binê du xaniyên cuda de, du gorên komî hatine dîtin ku şopên termên 26 kesan tê de hebûn.
Li gorî zanyariyan ew gora komî ji serdema rejîma Beşdar Esed maye û li bajaroka Sbeneh di binê du xaniyan de hatiye dîtin.
Çavkaniyên rêveberiya nû ya Sûriyê dibêjin, ji 28ê Mijdara 2024an heta niha termên 780 kesan li deverên cuda yên Sûriyê hatine dîtin.
Tê gotin ku hêzên rejîma berê li Shebatê xelk di bodromên xaniyan de girtine û piştre jî ew bi lastîkan şewitandine. Hestiyên qurbaniyan ji bo tespîtkirina sedema mirina wan ji tiba edlî re hatin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin