Li Mûsilê goreke komî ku meytên 14 kesan tê de bû hate dîtin
PeyamaKurd - Li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê goreke komî ku tê de meytên 14 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û paşe hatine kuştin, hate dîtin.
Li gorî Tora Medyayî ya Ewlekariyê ya Hikûmeta Iraqê, li herêma Telaferê, di kolandina temelê dibistanekê de goreke komî hatiye dîtin.
Karkerê ku di avadaniya dibistanê de dixebite, piştî di kolanê de rastî hestiyan tê, rewşê ji rayedaran re radigihîne û efser arasteyî herêmê dibin.
Tora Medyayî ya Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de got: "Di lêkolîna destpêkê de derket holê ku ev 14 meyt, yên kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatine kuştin in."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 14 meytên ku ji gora komî hatine derxistin di bin parastinê de ne û ji bo diyarkirina nasnameyan wê radestî rayedarên pêwendîdar bêne kirin.
Komkujiya Êzdiyan
Di sala 2014an de DAIŞê duyemîn bajarê mezin ê Iraqê Mûsilê dagir kir û di heman demê de hêrişî Şengalê kir û li dijî Êzidiyan komkujiyeke nemirovane pêk anî.
DAIŞ’ê bi awayekî sîstematîk jin û pîrên Êzidî kuştin, jin û zarokên ciwan revandin û kirin kole. Bi milyonan Êzdî ji bêçarî mal û milkên xwe terikandin û koç kirin. Di qirkirinê de zêdeyî 5 hezar Êzidî hatin qetilkirin.
Vekirina gorên komî li Şengalê di sala 2019’an de dest pê kir. Kolandin di dema derketina koronavirus de sekinîn lê di Cotmeha 2020-an de ji nû ve dest pê kirin.
Vekirina gorên komî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi hemahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin.
Di meha Nîsanê de li nêzî Şengalê goreke komî ya ku tê texmînkirin tê de hestiyên êzîdiyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin tê de hene, hatibû dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin