Li Mûsilê, goreke komî hat dîtin!

31 March 2023 14:00 0 dîtin
Li Mûsilê, goreke komî hat dîtin!

PeyamaKurd- Ji aliyê Berpirsê Ragihandina Berevaniya Şaristaniyê ya Mûsilê ve hat ragihandin ku li herêmê goreke komî ya 12 term tê debûn, hatiye dîtin û hat diyarkirin ku hîn ne diyar e ev term aîdê sivîlan in yan na.

Li gorî agahiyên ku hatin dayîn, 12 termên ku hatine dîtin, ji bo Tiba Dadî hatine veguhestin û hat diyarkirin ku nasnameyên wan terman hîn diyar nebûne û nayê zanîn ku termên terorîstên IŞÎDê ne yan jî aîdî xelkê herêmê ne.

Li gorî zanyariyên hatin belavkirin, ji termên hatine dîtin wisa xuya dike ku di sala 2017an de can dane ku ev jî rastî serdema azadkirina Mûsilê ya ji IŞÎDê tê.