Li Selahedînê goreke komî hat dîtin: Termê 20 kesan tê de ne
PeyamaKurd - Berdevkê polîsê parêzgeha Selahedînê Mihemed Osman ragihand ku goreke komî li sînorê parêzgeha Selahedînê hatiye dîtin ku termê 20 kesan tê de ye.
Berdevkê polîsê parêzgeha Selahedînê Mihemed Osman da xuyakirin, îro Yekşemê li gundekî sînorê parêzgeha Selahedînê goreke komî hatiye dîtin ku li nêzî sînorê parêzgeha Nînowa ye û xebatên bo vekirina gorê dest pê kirine.
Li gorî ragihandina Berdevkê Polîsê Selahedînê di wê gora komî de termê 20 kesan hene û li gorî dixuyê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kuştin ku li gorî zanyariyan wan beriya du sê salan ew hatine kuştin.
Hat diyarkirkirin ku piştî derxistina termên nav wê gora komî û testên DNAyê wê amadekarî ji bo veşartina wan bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin