Li Kerkûkê goreke bikom a ji dema DAISê maye hat dîtin

21 October 2020 10:02 0 dîtin
Li Kerkûkê goreke bikom a ji dema DAISê maye hat dîtin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê, do goreke bikom hat dîtin û tê de termên 25 kesan hene.

Li gor zanyariyên ji Malpera Sumeriye News: "Hêzeke ewlehiyê di dema erkê pişkinînê de, li gundê Dawid Eloke yê parêzgeha Kerkûkê, goreke bikom dît û di nava gorê de 25 laş hene".

Hat destnîşankirin: “Di nava wê gorê de, terme kesên dema rêxistina terorê ya DAIŞê gundê wan dagir kirine, ew kuştine û avêtine gorê hene.”