Fermandarê Pêsmerge: Li Kerkûkê sedema êrîsên DAISê nebûna Pêsmerge ye

20 December 2020 14:30 0 dîtin
Fermandarê Pêsmerge: Li Kerkûkê sedema êrîsên DAISê nebûna Pêsmerge ye

PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge Îrfan Hemexan got, yek ji sebebên serekî yên zêdebûna êrîşên terorîstî û aloziyê li Kerkûkê, nebûna Pêşmerge ye li wir.

Fermandarê yekîneya 50 ya Pêşmerge li Germiyan, Îrfan Hemexan Dara ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, livîn û çalakiyên terorîstî yên DAIŞê li Kerkûk, Mexmûr, çiyayê Qereçûx û Celewla zêde bûne. Li wan deran valahiya ewlehiyê ye, loma wisa dibe.

Îrfan Hemexan Dara her wiha gotiye, sebebeka din ya serekî ya zêdebûna livîna terorîstan li wan deveran ew e ku hêzeka hevbeş nîne. Eger Pêşmerge vegere wan deveran û hêzeka hevbeş bi artêşa Iraqê re pêk bîne, dê ew arîşe çareser bibe. Lê mixabin heta niha tiştekî wisa nîne.

Fermandeyê Pêşmerge daye xuyakirin, artêşa Iraqê bi tenê nikare wan deveran biparêze, ji ber wê jî divê Pêşmerge jî li wir hebe.