Fermandarê Pêsmerge: Divê rewsa Kerkûkê bilez bê çareserkirin

26 July 2019 09:43 0 dîtin
Fermandarê Pêsmerge: Divê rewsa Kerkûkê bilez bê çareserkirin

Fermandarê Mîhwera Kerkûk-Pirdê yê Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ragihand berpirsê wê rewşa aniya ya Kerkûkê artêşa Iraqê ye. Herwiha wan ew yek çend caran hem ji hvpeymanan ra hem ji berpirsên Iraqê ra aşkere kiriye.

Fermandarê Mîhwera Kerkûk-Pirdê yê Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji medya Kurdistanê ra axivî û da zanîn ku roj bi roja rewşa emnî ya Kerkûkê ber bi xirabiyê diçe. Hemwelatiyên li nava bajêr jî bi tirs dijîn.

Herwiha Heme Elî daye zanîn ku Iraqê çend hêzên ciyawaz li Kerkûkê bi cî kirine lêbelê heta niha wan hêzan nekarîne asayîşê û aramiyê li Kerkûkê bi cî bikin lewre her êvar hemwelatî tên kuştin û ew ne di xema polîs û hêzên Iraqê da ye.

Di berdewamiya xaftina xwe jî da Fermandeyê Pêşmerge Nûrî Heme Elî aşkere jî kir ku wan çend caran bo berpirsên Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletê jî gotiye heger bi awayekî lezgîn çareseriyek bo rewşa Kerkûkê neyê dîtin wê ew rewş ji bin kontrola bi yekcarî derkeve.

 Li ser serdana şanda bo Hewlêrê jî Nûrî Heme Elî wiha got: “Aniha şandeka Bexdayê bo çareseriya kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê li Herêma Kurdistanê ye. Guftugoyan li ser herêmên nakok û vegera Pêşmerge dikin em hêvîdar in bigihêne çareseriyeke guncaw bo Kerkûkê.