Fermandarê Pêsmerge: Rewsa navçeyên Kurdistanî metirsîdar e, divê Kazimî çareser bike

12 May 2020 18:00 0 dîtin
Fermandarê Pêsmerge: Rewsa navçeyên Kurdistanî metirsîdar e, divê Kazimî çareser bike

PeyamaKurd - Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya rojavayê Kerkûkê Nurî Heme Elî da xuyakirin ku rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê mane di metirsîyê de ye.

Nûrî Heme Elî ji medya Kurdistanê re ragihand, “Li navçeyên Kurdistanî xelk hatiye piştguh kirin û valatiya ewlehiyê heye. Herwiha jiyana xelkê xirab e û nemana hêzên hevpeyman û Pêşmerge jî dibin sedem ku tevgera DAIŞê û tundrêyan zêde bibe.”

Fermandarê Pêşmerge got, “Berpirsyartiya rewşa ewlehiyê ya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, heta dema Pêşmerge vedigere bo wan navçeyan di stûyê hikûmeta Iraqa federal de ye. Metirsiyeke cîdî li wan navçeyan heye.”

Nûrî Heme Elî herwiha da zanîn ku vê dawiyê guftûgoyên hêzên Iraqê û Pêşmerge derbarê wan navçeyan de rawestiyane û ew li benda bi temamî dest bi karbûna hikûmeta nû ya Iraqê ne û wiha pê de çû:

“Divê kabîneya Kazimî bi cîdiyet hewl bide pirsgirêkan çareser bike û rewşa wan navçeyan baştir bike.”