Serok Barzanî bi sanda Iraqî re rewsa navçeyên Kurdistanî û hevkariya Pêsmerge gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 19ê Hezîranê roja Yekşemê li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî û ewlekariya Iraqê kir.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî di civînê de, behsa aramiya navçeyên nakok ên Kurdistanî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê de kir.
Di civîna ku serokatiya şanda Iraqê, Sererkan General Ebdulemîr Reşîd Yarullah kir de, fermandarên artêşê, hêzên asmanî , pasewanên sînor, polîsên federal û îstixbarata leşkerî û operasyonên hevbeş cî girtin.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstên DAIŞê, parastina ewlehî û aramiya navçeyên nakok û hemahengiya ligel hêzên hevpeyman hat gotûbêjkirin.
Herwiha tekezî li ser hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê de hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin