Serokwezîr Barzanî bi sanda Bazirganî ya Iraqî-Brîtanî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi Encûmena Bazirganî ya Iraqî – Brîtanî ku bi serokatiya Nûnerê Serokwezîrê Brîtanya bo Karûbarên Bazirganiya bi Iraqê Emma Nicholson re civiya.
Di hevdîtinê de geşepêdana pêwendiyên bazirganî yên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin axaftin.
Emma Nicholson got ku Hikûmeta Brîtanyayê amade ye hevkariyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike ji bo bicihkirina karnameya xwe ya derbarê firehkirina aborî û ji bo pişta xwe tenê bi yek jêderê nebeste.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku armanceke pêşîne ya Kabîneya Nehem ew e, bi riya pêşxistina karînan û dîtina bazaran bo berhmên navxweyî, Herêma Kurdistanê ji civakake bikarhêner bike civakeke berhemhêner.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin