Serokwezîr Barzanî bi sanda Dîplomasiya Bazirganî ya Îranê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Cotmehê li Hewlêrê pêşwazî li şanda bi seroktiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Dîplomasiya Bazirganî Mehdî Seferî kir.
Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyan di warê danûstandina bazirganiyê de û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo bazirgan û sermayedaran û nehiştina astengiyan li ber liv û tevgera bazirganiyê kir.
Di hevdîtinê de, behsa pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat kirin.
Herwiha tekezî li pêşxistina pêwendiyan di warê danûstandina bazirganiyê de û pêşkêşkirina hêsankariyê ji bo bazirgan û sermayedarên li herdu aliyan û nehiştina astengiyan li ber liv û tevgera bazirganiyê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin